Dagirkeriya dewleta Tirk li Ewropayê hate şermezarkirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê li Ewropayê bi çalakiyan hatin şermezarkirin.

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê li paytexta Elmanya Berlînê meşek pêk hat. Çalakger ji Potsdamerplatzê heta Brandenburg Tor meşiyan. Hevserokê Meclîsa Kurdistaniyên Azad li Berlînê Erhan Firat û Nûnerê PYD'ê yê Berlînê Silêman Hacî di xwepêşandanê de axivîn û li dijî êrîşên dewleta Tirk bang li welatên rojavayî kirin. Qisekeran bang kirin ku hevkariya bi rejîma Erdogan re bi dawî bibe û piştevaniya berxwedana li dijî dagirkeriyê bê kirin.

MUNCHEN: Kurdistaniyên li bajarê Munchen ê Elmanyayê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de ji bo xwedîderketina li Rojava bang hate kirin.

FRANKFÛRT

DRAGÛÎGNAN: Li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê, bi sedan Kurdistanî tevî dostên xwe tecrîdkirina Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin. Girseya gel bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK, HPG û rêxistinên çep ji Parc Chabranê heta pêşiya avahiya walîtiyê ve meşiya. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Kurdan çeteyên DAÎŞ'ê yên ku bûn belayê serê dinyayê tine kirin û wê komkujiyên niha tên ferzkirin jî têk bibin.

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi sedan kes meşiyan û li qada Vîeûx-Portê mîtîngek li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk pêk anîn. Qisekeran bal kişandin ser gefên dewleta Tirk ên li Rojavayê Kurdistanê dixwe û gotin, "Yekane çareserî Rêber Apo ye ku li Îmraliyê ye."

BORDEAÛX: Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd mîtîngek pêk hat. Bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn û gelek belavok hatin belavkirin.

RENNES: Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê li bajarê Rennes ê Fransayê bi meşekê hatin şermezarkirin. Kurdistanî bi vê armancê ji qada Colombîe heta qada Repûblîqûe meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Na ji dagirkeriya Tirk re", "Bijî berxwedana Rojava" hatin qîrîn.

ATÎNA: Ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk li paytexta Yewnanîstan Atînayê meşek pêk hat. Çalakger ji meydana Academia heta avahiya Konsolosxaneya Tirk meşiyan. Hevserokê Meclîsa Gel a Yewnanîstanê Sedat Bîtlîs li qada çalakiyê axivî û diyar kir, ku dewleta Tirk êrîşî çar parçeyên Kurdistanê dike û wê timî li gel Tevgera Azadiyê ya Kurd bin.

DEN HAAG: Hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê li bajarê Den Haagê yê Hollandayê hatin şermezarkirin. Kurdistanî tevî dostên xwe li Waterloopleinê li hev kom bûn û bi daxuyaniyeke çapemeniyê dewleta Tirk şermezar kirin.

GRAZ: Li bajarê Graz ê Awûstûryayê jî bi heman armancê çalakiyek pêk hat. Kurdistaniyên ku li Sudtîrolerplatzê li hev kom bûn bi pankart û flamayên xwe êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên çete şermezar kirin.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi heman armancê mîtîngek pêk hat. Çalakgeran diyar kirin ku Kurdên li Rojavayê Kurdistanê li dijî DAÎŞ'ê şer dikin, lê dibin hedefa bomberdûmana dewleta Tirk.