Dagirkerî û xiyanet li Stenbolê hate şermezarkirin

Li Bagcilar a Stenbolê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê hate şermezarkirin.

Li navçeya Bagcilar a Stenbolê, bi daxuyaniyeke li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Başûrê Kurdistanê dane destpêkirin hatin şermezarkirin. Di daxuyaniya ku gelek kes tevlîbûn de pankarta “Ji dagirkirin û xiyanetê re” hate vekirin û dirûşmeya “Ji şer re na, berî her tiştî aştî” hatin berzkirin. 

Di daxuyaniyê de Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeyê Nûrten Varlik axivî û anî ziman ku li dijî gelê Kurd sûcê mirovahiyê tê kirin. Varlik da zanîn ku êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê ne nû ne û wiha got: “Me gotibû ku hebûna leşker û îstîxbarata Tirkiyeyê ya li Başûr bi rîskeke mayîndebûnê re rû bi rû ye û dê encamên vê giran bin. Di rastiyê de pêvajoya ku em îro tê de ne mixabin fikar û pêşdîtinên me yên di demên berê de piştrast kirin.”

Varlik, êrîşên dewleta Tirk weke “dagirkerî” penase kir, qala rola ku PDK li vir girtiye ser xwe kir û got: “PDK, bûye hêza rêxistinkirineke pêvajoyeke ku nikare hesaba wê bide gelê Kurd. Axa Başûrê Kurdistanê ya bi bedelên giran hatiye bidestxistin, bi boneya berjewendiyên biçûk hatiye heba kirin. Ev polîtîkaya paşverû ya rêveberiya PDK'ê ku li dijî berjewendiyên neteweyî yên demokratîk ên Kurdan e, wê di tu deman de nebe xwedî bersiveke civakî.”

Varlik anî ziman ku helwesta PDK’ê “xiyanet û hevkarî ye” û wiha bi dawî kir: “Banga me li Tirkiyeya dagirker û PDK'ê ye ku nikare ji psîkolojiya mêtîngerî ya polîtîze bûye rizgar bibe ye; Têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd wê ti carî nebe yekdest. Sekna wî ya kolektîf, rêxistinkirî û polîtîk wê tu car bi paş ve neçe. Ev têkoşîn dê nekeve bi bandora çend malbatan an jî siyaseta pergalê ya serwer. Weke her demê wê li ser berjewendiyên gel û nirxên bingehîn bimeşe. Lê belê yên ku hewl didin vê têkoşîna bi rûmet pûç bikin, xera bikin û asteng bikin, mehkûmin ku li pêşberî edaleta dîrokê ji holê rabin.”