Dagirkerî û xiyanet li Enqereyê hat protestokirin

Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat bi gotina “Berpirsyariya me ye ku bi dirûşma ‘Ji şer re na, cîhaneke din pêkan e’ eniyeke xurt a li dijî şer ava bikin” banga hevgirtinê kir.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Enqereyê êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin bi daxuyaniya çapemeniyê ya bi serenavê “Ji dagirkirin û xiyanetê re na” şermezar kir. Di daxuyaniya li ber avahiya partiyê ya  Enqereyê hate lidarxistin de pankarta bi Kurdî û Tirkî “Ji dagirkerî û xiyanetê re na” hate vekirin û dirûşma “Ji şer re na, berî her tiştî aştî” hate berzkirin. 

Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat ê di daxuyaniyê de axivî, bi ruhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê kir û wiha got: “Desthilata AKP’ê û MHP’ê û hemû hêzên di nava hevkariyê de ne paralelî geşedanên li cîhanê û herêmê bi rêya dagirkerî û îlhaqê li ser xwe bi hêzkirinê sekinîne. Desthilat şûna ku di her nîqaşa bi rojeva Herêma Kurdistana Federe û Sûriyeyê pevçûnan bi dawî bike, ji bo zêdekirina şer û koçberiyê gavên leşkerî, siyasî û aborî diavêje. Lê belê aştiyeke mezin a li welêt û herêmê, bi naskirina hebûna siyasî, çandî û aborî ya gelan û avakirina jiyana civakî ya demokratîk û azadîparêz a bi hev re, dikare pêk were. Partiya me weke berpirsyariyekê dibîne ku vê hişyariyê careke din û bi xurtî bide desthilatê.”

‘ZÊDEYÎ 100 GUND HATIN VALAKIRIN’

Kanat di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Zîhniyeta ku zêdetirî 3 hezar 500 gund şewitandin, ku qadên jiyanê yên Kurdên li Bakur dijîn bûn, hewl dide heman polîtîkayan li Başur jî bixe meriyetê. Heta niha zêdetirî 100 gund hatine valakirin, xwezaya wan hatiye talankirin, mirovên li wir dijîn rastî koçberiya bi darê zorê hatine û qadên wan ên jiyanê hatine dagirkirin. Herêmên hatine dagirkirin, axa gelê Kurd û gelên bi wan re dijîn e. Hemû hêzên muxalefeta civakî ya li dijî şer bi berpirsyariyeke mezin re rû bi rû ne. Avakirina eniyeke xurt a li dijî şer li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê bi dirûşma ‘Ji şer re na, cîhaneke din pêkan e’ berpirsyariyeke dîrokî û civakî ye ku li pêşiya me hemûyan radiweste.”

‘TÊKOŞÎNA BI RÛMET A GELÊ KURD DÊ NEBE YEKDEST’ 

Kanat got: “Têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd wê tu carî nebe yekdest. Sekna wî ya kolektîf, rêxistinkirî û polîtîk wê tu car bi paş ve neçe. Ev têkoşîn dê nekeve bi bandora çend malbatan an jî siyaseta pergalê ya serwer. Weke her demê wê li ser berjewendiyên gel û nirxên bingehîn bimeşe. Lê belê yên ku hewl didin vê têkoşîna bi rûmet pûç bikin, xera bikin û asteng bikin, mehkûmin ku li pêşberî edaleta dîrokê ji holê rabin.”