Dagirkerî û xiyanet li Îzmîrê hate şermezarkirin

Li Îzmîrê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û xiyaneta PDK’ê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin.

DAGIRKERÎ Û XIYANET HATE ŞERMEZARKIRIN

Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herêma Egeyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê li ber Sumerbanka Kevin şermezar kirin. Di daxuyaniyê de bi Kurdî û Tirkî pankarta “Ji dagirkerî û xiyanetê re na” hate vekirin û dirûşmeyên “Ji şer re na, berî her tiştî aştî” û “Bimre xiyanet, bijî azadî” hatin berzkirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Vezan Karabûlût ê di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku axa ku dewleta Tirk li Başûr dagirkirî ye axa gelê Kurd û gelên ku pê re bi hev re dijîne û wiha got: “Dema xaniyên gelê herêmê tên bombebarankirin, gund tên şewitandin û hilweşandin, erdnîgariyek tê talankirin bêdengiya PDK’ê ya bûye parçeyekî vê dagirkirinê nayê qebûlkirin. PDK, bûye hêza rêxistinkirina pêvajoyeke ku nikare hesaba wê bide gelê Kurd. Axa Başûrê Kurdistanê yê bi bedelên giranbuha hatine bidestxistin di oxira berjewendiyên xwe yên biçûk de heba kiriye.”

Karabûlût anî ziman ku gelên Kurdistanê dê kesên axa xwe ji dagirkeriyê vekirine ne weke welatparêz, weke şirîkên herêmî yên mêtîngeriyê dê bi bîr bixin û ev tişt got: “Rewşa ku PDK di nav de ye xiyanet e.  Banga me ji PDK'ê re ev e; Têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd tu carî yekdest nabe. Ev têkoşîn wê ne ji aliyê çend malbatan û ne jî siyaseta sîstemê ya sereke ve bê serdestkirin. Weke her car wê li ser esasê berjewendiyên gel û nirxên bingehîn bimeşe. Lê yên ku hewl didin vê têkoşîna bi rûmet têk bibin, xera bikin û asteng bikin, li ber edaleta dîrokê mehkûmî têkçûyinê ne.”

Karabûlût bi lêv kir ku ev şerê qirêj, polîtîkayên îmha û înkarê ne tenê gelê Kurd bandorê li gelên Tirkiyeyê jî dike û wiha got: “Heta ku pirsgirêka Kurdan neyê çareserkirin. Yên difikirin ku li Tirkiyeyê bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd ev pirsgirêk bên derbaskirin, di nava şaşitiyeke dîrokî de ne. Em dizanin ku ev şer dê herî zêde bandorê li civaka Tirkiyeyê bike. Ji bo ku em ji vê re bêjin bes e, berpirsyartî dikeve li ser milê hemû gelan. Pêdivî bi zimanê aştiyê yê civakê heye. Em bang li hemû gelan, bi taybetî hemû şoreşger, sosyalîst , demokrat , rewşenbîr û hunermendên li Tirkiyeyê dikin ku li dijî van polîtîkayên şer bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de bin.”