Dagirkerî û nokerî li Helsingborgê hatin şermezarkirin
Li bajarê Helsingborg ê Swêdê, dewleta Tirk a ku ji bo dagirkirinê êrîşî Başûrê Kurdistanê dike û hevkarên wê hatin şermezarkirin.
Li bajarê Helsingborg ê Swêdê, dewleta Tirk a ku ji bo dagirkirinê êrîşî Başûrê Kurdistanê dike û hevkarên wê hatin şermezarkirin.
Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Skoneyê (NCDK) li navenda bajêr çalakiyek pêk hat û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb û şehîdên şoreşê hatin bîranîn.
Qisekerê bi navê NCDK'ê axivî bi bîr xist ku dewleta Tirk ji bo Başûrê Kurdistanê dagir bike, tevlî xaka xwe bike û destketiyên gelê Kurd ji holê rake êrîşeke berfireh dike û got, "Faşîzma AKP-MHP'ê ku di hilbijartinên xwecihî yên Tirkiyeyê de derbeke giran xwar bi piştgiriya PDK'ê bombeyan li Başûrê Kurdistanê dibarîne, sivîlan qetil dike û gundan dişewitîne."
Kurdistaniyan diyar kirin ku gelê Başûr dagirkeriyê qebûl nake, nerazîbûnê nîşanî PDK'ê dide û bang li Kurdistaniyan û dostên wan kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dakevin qadan û çalakiyan pêk bînin.