Dagirkerî li Den Haagê hat şermezarkirin
Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava hat şermezarkirin.
Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava hat şermezarkirin.
Di çalakiyê de ku li peşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk a li Den Haagê hat lidarxistin, Kurdistaniyên ji Amsterdam, Rotterdam, Arnheîmê û dostên wan jî amade bûn.
Çalakiyê duh di seat 16.00’an de bi rêzgirtinê û sirûda Ey Reqîb dest pê kir.
Di axaftinan de dagirkeriya artêşa Tirk hat protestokirin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Faşîst AKP, Dîktator Erdogan” û “Bijî PKK” hatin berzkirin.