'Dagirker wê nikaribe li hemberî îradeya gelê Efrînê bi ser bikeve'

Bayik got, gelê Efrînê ax, keramet, nasname û nirxên xwe diparêze û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker tevî ku bi çekên giran û piştgiriya hêzên navneteweyî êrîş dike, lê wê li hemberî îradeya gelê Efrînê û şervanên YPG/YPJ/QSD'ê bi ser nekeve.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bû mêvanê bernameyeke Aryen TV û êrîşên dagikeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û durûtiya Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî yên di vê mijarê de nirxand.

'ŞERVANÊN LI EFRÎNÊ BI ERKA DÎROKÎ RADIBIN, ŞEREKÎ PÎROZ DIKIN'

Bayik der barê êrîşên li ser Efrînê û berxwedana ku tê kirin destnîşan kir ku şerê Efrîn ne tenê ji bo gelê Efrînê ye, ji bo tevahiya gelê Kurd, hêzên demokratîk û mirovahiyê ye. Bayik got, "Şervanên li Efrînê bi erka dîrokî radibin û şerekî pîroz dikin."

Bayik diyar kir ku dewleta faşîst a Tirk Kurdan qir dike û got, "Ne tenê li Efrînê, li tevahiya Kurdistanê vê yekê dike. Ne tenê li Bakur li hemû beşên Kurdistanê qirkirinê dike. Desthilatiya xwe li ser dijminahiya li Kurdan dimeşîne. Ji bo ku li ser desthilatdariyê bimîne, dijminahiya Kurdan dike. Li hemû beşên Kurdistanê vê dijminahiyê dike. Lazime gelê me bi vê zanibe.

Li Efrînê bi hemû hêza xwe êrîşî gel dike. Bi vê yekê dixwaze ku gel herêmê vala bike û herêmê dagir bike. Ji bo vê yekê jin, zarok, kal û pîran dikujin, bajaran û gundan hildiweşînin. Dixwazin ku bi vê yekê hêzên parastinê teslîm bigirin.

Erdogan bi temamî li ser kuştinê desthilatdariya xwe dimeşîne. Ji bo vê yekê zorê li hemû beşên civakê yên hunermend, siyasetmedar û hwd dike ku destek bidin wî."

'NETEWEYÊN YEKBÛYÎ NAXWAZE AGIRBEST LI EFRÎNÊ PÊK WERE'

Bayik biryara agirbestê ku Neteweyên Yekbûyî ji bo tevahiya Sûriyeyê da bi bîr xist û anî ziman ku Tirkiyeyê ev biryar nas nekir û êrîşên xwe zêdetir kirine, piranî jî sivîl, jin, zarok û kal kuştine.

Bayik da zanîn ku li hemberî vê yekê kes deng nake wiha pê de çû: "Ev jî diyar dike ku Kurdan wekî însanan nabînin. Her roj ewqas sivîl tên kuştin, xwezaya Efrîn tê tinekirin, lê ti kes dengê xwe nake. Ev nîşan dide ku gelê Kurd wekî miletekî nabînin. Li cihekî din li dijî sivîlan û girtiyan tiştek çêdibe qiyamet tê rakirin, lê dema dor tê Kurdan ev yek pêk nayê. Çima ji bo hemû kesî nerazîbûn heye, lê ji bo Kurdan nîn e? Wateyek vê heye. Ji bo ku gel bixapînin dibêjin ku 'ev biryar ji bo Efrînê jî derbas dibe'. Lê pêk nayê, ji ber ku naxwazin. Eger ku bixwazin dikarin pêk bînin."

'HÊZÊN KU QALA DEMOKRASÎ Û NIRXÊN MIROVAHIYÊ DIKIN DURÛTIYÊ DIKIN, NAXWAZIN LI SÛRIYEYÊ ŞER BIQEDE'

Cemil Bayik anî ziman ku şervanên YPG/YPJ-QSD'ê bedelên mezin dane, nirxên mezin derxistin holê û derbên mezin li DAIŞ'ê xistin, lewre vê yekê Tirkiye hêrs kiriye û got: "Ji ber ku têkiliyên Tirkiye û DAIŞ'ê xurt bûn. Lewma ji alî ve êrîş dike."

Bayik bal kişand ser êrîş li YPG/QSD û sivîlan tê kirin û got, lê belê tu hêzek dengê xwe nake. Bayik wiha dirêjî da axaftina xwe; "Li aliyekê dibêjin ku YPG/YPJ-QSD'ê li dijî DAIŞ'ê qehremaniyê dike, mirovahiyê diparêz e, demokrasiyê, azadiyê diparêz e. Lê li aliyê din dema Tirkiye êrîşî YPG/YPJ-QSD dike, li dijî Tirkiyeyê nasekinin.

Yên ku dibêjin em girêdayî demokrasî, azadî û edaletê ne, girêdayî mafên mirovan û gelan in, derewên mezin dikin, dirûtiyên mezin dikin. Ger ku ev rast bûya, li Efrînê demokrasî, aştî, azadî, edalet hebû, hemû gelan bi hevre dijîn. Li tevahiya Suriyeyê şer çêbû, lê li Efrînê çênebû. Li gelek mintiqeyên ku şer lê hebû, gelan berê xwe dan Efrînê, li wir bicih dibûn. Yên ku niha li Efrînê dijîn ne tenê Kurd in, belkî ji nufusa wê zêdetir gelê ereb, suryan, ermen, êzidî, suni  çune wir. Ji ber ku li wir azadî, aştî û demokrasî hebû. Gelê Efrînê ew hembêz kirin û bi hevre dijîn. Lê niha Tirkiye êrîş dike tu kes dengê xwe nake. Wê çaxê ew naxwazin aştî, demokrasî hebe, naxwazin li Suriyeyê şer xilas bibe, gel bi hevre bijîn. Wekî din mirov nikare wateyekê bide."

'TIRKIYE BI DESTEKA NATO'YÊ ÊRÎŞÎ EFRÎNÊ DIKE'

Bayik da zanîn ku Tirkiye çekên NATO, yên Elmanya, Îngilîstanê bikar tîne, lê ji bo ku cîhanê bixapîne dibêje "çekên em bikar tînin ên me bixwe ne". Bayik destnîşan kir ku her kes dizane Tirkiye endama NATO'yê ye û çekên wan li dijî gelê kurd bikar tîne û wiha dom kir:  "Li aliyê din li gorî qanûnên NATO'yê divê Tirkiye wan çekan li Efrînê bikar neyîne. Lê em dibînin kes li dijî dernakeve, herkes bêdeng e. Heta ji bo ku Tirkiye van çekan bikar bîne, hinek dewlet bi veşartî bi Tirkiyeyê peymanan çêdikin ku çekên nû bifiroşe wan. Lewma ji vî şerî ew jî berpirsyar in.  Ne tenê Tirkiye, yên ku çekan didin, destûrê didin jî ji komkujiyan berpirsyar in. Gelê kurd vana tu caran jibîr nake. Em dibînin ku sîstema modernîteya kapîtalîst, saziyên wê yên leşkerî NATO, dostên wê hemû destekê didin Tirkiyeyê. Tirkiye bi wê alîkariyê vî şerî dimeşîne."

'HÊZA HERÎ MEZIN ÎNSAN BI XWE YE, ÎRADE YE'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik bibîr xist ku li hemberî van êrîşan gelê Efrînê, hêzên QSD-YPG/YPJ'ê bi derfetên pir kêm şer dikin û wiha got:  "Yanî di destê gelê Efrîn, şervanên azadiyê de wisa çekên mezin nîn in. Balafir, helîktopter, tang, roket nîn in. Bi çekên ferdî li dijî wan disekinin. Herkes dizane li ser Efrînê hertim 13 balafirên keşfê digerin, balafirên şer digerin. Tang, top her cure çekan bikar tînin. Heta çekên kîmyewî bikar tînin, dişewîtin. Li beramberî vana gelê Efrînê, şervanên QSD-YPG/YPJ'ê lehengiyên mezin nîşan didin. Ev ji ku derdikeve? Ne wisa ye ku çekên wan ên xurt hene. Bi îradeyê dimeşînin, bi felsefeyek û fikrekê vî şerî dimeşînin. Ew bi xwe jî eşkere dibêjin ku bi felsefe û îdaelojiya Rêber Apo vî şerî demişînin. Ji ber ku di cîhanê de hêza herî mezin felsefe ye, bîrdozî ye. Hêza herî mezin însan bixwe ye. Hemû tiştan însan bixwe, îrade û zîhniyeta însan çêdike. Ger ku însan xwe di aliyê bîrdozî de bi hêz bi xwe û rêxistin bike, dikare li dijî her hêzekê bisekine."

'HÊZÊN DAGIRKER WÊ NIKARIBIN LI HEMBERÎ ÎRADEYA GEL Û ŞERVANÊN EFRÎNÊ BI SER BIKEVIN'

Di dewama axaftina xwe de Bayik got, "Gotineke Vîetnamiyan heye, ji bo şerê Vîetnamê gotibûn. Dibêjin, 'Amerîka û hevalbendên wan wekî fîlan ne, em jî wekî gêrîkan e. Gêrîk wê fîlan têk bibin'. Ev rast e jî. Çima wisa dibêjin? Gelê Vîetnam, ji bo xaka xwe, nasname, azadî, mirovahiyê tekoşîn dike. Lê Amerîka ji derve hatiye wê derê, yanî dagirker e. Gelê Vîetnam li dijî wan şerekî rast û heq dimeşîne. Niha li Efrînê jî tiştek wisa tê jiyankirin. Gelê Efrînê xak, welat, gund, keramet, nasname, nirxên xwe diparêz e. Naçe û welatekî din dagir nake.  Li xwe û însanetiya xwe derdikeve. Ya neheqiyê dike dewleta Tirk e. Ji ber ku diçe dagirkeriyê dike, demokrasî, aştî, azadî, edaletê ji holê radike. Dijminahiya gelan, aştiyê, azadiyê dike. Ji ber wê yekê çekên wan mezin bin jî, hinek piştgiriya wan bikin jî, ew nikarin bi vî şeklî encamê bigirin. Ji ber ku îradeya gelê Efrînê, şervanên QSD-YPG/YPJ'ê xurt e."