Dadgeriya Tirk 100 hezar TL ceza li Keskîn û Çapan birî

Li Hevberpirsyara Weşana Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn û Midûra Karê Nivîsê Reyhan Çapan, 100 hezar TL cezayê pereyan ahte birîn.

Rûniştina doza li Keskîn û Çapan hatibû vekirin, îro pêk hat. Doza, ji ber nûçeya "Qumarbazê milî û xwecihî" ku der barê xwediyê rojnameya Starê Mûrat Sancak de 16'ê Cotmeha 2015'an hatibû weşandin hat vekirin. Rûniştina dozê li 2. Dadgeha Ceza ya Asliye pêk hat. Parêzerên Çapan û Keskîn Ozcan Kiliç tevlî rûniştinê bû.

Parêzer Kiliç anî ziman ku dema 4 mehan a demborînê tijî bûye û divê doz bê betalkirin.

Lê belê dadgeriya Tirk li her yek ji wan 50 hezar TL cezayê pereyan birî.

Di dema dawî de bi îdîaya "heqareta li Serokkomar" gelek caran cezayê pereyan li Eren Keskîn hatibû birîn. Cezayê li Keskîn hate birîn çend roj berê gihîştibû 105 hezar TL'yî. Keskîn gotibû, "Ewqas pereyê min nîne. Di nava rêveberiyeke demokratîk de cihê tiştekî bi vî awayî nîne."