Dadgerê DMME: Li hember Kurdan şerekî aşkera heye

Jean-Paûl Costa ku demek dirêj serokatî ji DMME re kiriye, wiha got: “Tiştên ku tên serê xebatkarên çapemeniyê û pêkanînên li herêma Kurdan hatiye asteke ku nayê qebûlkirin.”

Jean-Paûl Costa ku demek dirêj serokatî ji DMME re kiriye, di civîna piştevaniya bi rojnamevanên girtî yên li Tirkiye ya li Strasboûrgê hat lidarxistin axivî, wiha got: “Tiştên ku tên serê xebatkarên çapemeniyê yên hewl didin bi awayek azad li Tirkiyeyê nûçeyên çêkin û pêkanînên li herêma Kurdan hatiye asteke ku nayê qebûlkirin.”

Li bajarê Strasboûrg ê Fransa civîna piştevaniya bi rojnamevanên girtî yên li Tirkiyeyê hat lidarxistin. Jean-Paûl Costa ku demek dirêj serokatî ji DMME re kiriye û Serokê Enstîtuya Mafên Mirovan a Navneteweyî ye, Riza Turmen ku li DMME bi salan nûnertiya Tirkiyeyê kiriye, Cîgirê Şaredarê Strasboûrgê û Berpirsê Têkîliyên Derve Nawel Rafîk, Serokê Kluba Çapemeniyê ya Strasboûrg Françoîs Shollar, Rojnamevan Ayşenûr Arslan, hevsera rojnamevanên girtî Can Dundar Dîlek Dunda û hevsera Erdem Gul Asli Gul, Parlamenterên HDP û CHP’ê yên di Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropa, nûnerên Konseya Ewropa û gelek wezîfedarên perwerdehiyên li Strasboûrgê, akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên civaka sivîl tevlî civînê bûn.

Civîn di moderatortiya Dîrektorê Sînemaya Odyssee Farûk Gunaltay pêk hat. Di axaftina xwe de Jean-Paûl Costa ku demek dirêj serokatî ji DMME re kiriye û niha Serokê Enstîtuya Mafên Mirovan a Navneteweyî ye, wiha got: “Êdî bûye tespîtek ku li Tirkiyeyê darazek serbixwe tineye.”

Costan got Tiştên ku tên serê xebatkarên çapemeniyê yên hewl didin bi awayek azad li Tirkiyeyê nûçeyên çêkin û pêkanînên li herêma Kurdan hatiye asteke ku nayê qebûlkirin, wiha dewam kir: “Divê li hember vê dewletê, helwesta Emîle Zola ya li hember dewleta Fransa raber kiriye bê nîşandan, bê gotin ku ‘j’accuse! Ez we sûcdar dikin!”

Ji akademîsyenên îmze avêtine daxuyaniya ‘em nabin hevparê vî sûcî’ yên li Strasboûrgê, kampanyaya lîncê ya di pêşengiya Erdogan re rû bi rû mane û pêkanînên piştî wê vegotin.

Rojnamevan Ayşenûr Arslan jî got pêkanînên rejîma dîktatortiyê ya li Tirkiyeyê veguheriye êdî faşîzmê. Arslan got ne tenê ji bo tirsandin, bêdengkirinê bi temamî hewl didin topyekun çapemeniya azad tine bikin, wiha dom kir: “Çapemeniya Kurd berdêlê wê yê herî mezin da. Hê jî dide.”

Riza Turmen ê ku bi nûnertiya Tirkiye li DMME dadgeriyê dike jî diyar kir ku têkoşîna demokrasî û azadiyê li dijî rejîma faşîzmê û zextê bi awayekî baş bê dayîn wê faşîzm têk biçe.

Turmen got îdîanameya 473 rûpel a li hember Can Dundar û Erdem Gul hatiye amadekirin jî ne xwedî ti delîlên cîdî ye, destnîşan kir ku doz ji aliyê Erdogan û MÎT’ê hatiye vekirin.

Cîgirê Şaredarê Strasboûrgê û Berpirsê Têkîliyên Derve Nawel Rafîk jî got wê heta dawiyê piştevaniyê bi rojnamevanên li Tirkiyeyê girtî re bikin.

Ciwanên Kurdistanî û Fransiyên tevlî civînê bûn jî pankarta, “Li Kurdistanê Dawî li qetlîamên bi xwîn ên dewleta Tirk bînin” hat vekirin û di axaftinan de jî bal kişandin ser faşîzma dewleta Tirk.

Saziyên YE peyam ji civînê re şandin, her wiha hat diyarkirin ku di demeke kurt de wê Komîteya Mafên Mirovan a Konseya Ewropa biçe Tirkiye û Kurdistanê, pêşketinan di cih de bibînin, rojnameya ziyaret bikin.

...