Dadger cezayê Rojnamevan Alî Bariş Kûrt erê kir

Dadger cezayê girtîgehê yê ji bo 2 sal û 4 mehan ê derbarê Rojnamevan Alî Bariş Kûrt de erê kir.

Dadger cezayê girtîgehê yê ji bo 2 salan û 4 mehan ku ji aliyê Daîereya Cezayê 3’yemîn û Daîreya Cezayê 4’emîn a Dadgeha Edliyeya Herêma Enqereyê ve li Rojnamevan Alî Bariş Kurt hate birîn, erê kir.

Kûrt ji ber parvekirinên li ser medyaya dîjîtal û fealiyetên rojnamevaniyê “bi sûcê propandaya rêxistina terorê kiriye” dihate darizandin. Dosyaya Kûrt a ji temyizeyê re hatî şandin, hate lêkolînkirin.

Dadger jî biryar da ku cezayê hatî dayîn, erê bike.