Dadgehê hemû daxwazên Demîrtaş û Onder red kir!

Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û parlementerê HDP’ê Sirri Sureyya Onder hate kirin. Di dadgehê de heyeta dadgehê hemû daxwaz red kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder bi boneya di Newroza 2013’an a Stenbolê de axivîne bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” doza li wan hatibû vekirin, li 5’emîn danişîna dozê li Salona Danişînê ya Alîbey ya Silîvrî hat dîtin. Demîrtaş û Onder beşdarî danişînê nebûn û mazerata xwe ragihandin. Gelek parêzer û rêveberên HDP’ê û nûnerên heyetên biyanî doz şopandin.

Danişîn bi parastina parêzeran dest pê kir. Parêzer Ramazan Demîr destnîşan kir ku pêwîst e heyeta dadgehê destê xwe ji ser dosyeyê rake û divê ji hemû biryarên xwe vegere. Demîr carek din daxwaza ji bo axaftina Demîrtaş û Onder bê deşîfrekirin dubare kir û got: “Heke ku gotina HDK, bi destê polîsan di zabitnameyê de wek HPG’ê bê nivîsandin nîşaneya herî dij hiqûqî ye. Heke ku îtîrazên ne me hilnedin balê, em ê destûr nedin derbasî esasê bibin. Em ê nehêlin ku vê darizandina li dijî ûsulê tê birêvebirin wek dilê we bi pêş de biçe.”

Piştî parêzeran parastin kirin, meqamê îdîayê mafê axaftinê girt û carek din dema herî dawî ya parastinê da Demîrtaş. Meqamê îdîayê, xwest parastina Sirri Sureyya Onder ên di danişînên berê de kirin, bên nirxandin.

Şandeya dadgehê piştî xwendina mutalaayê navberek kurt da danişînê û hemû daxwazên derbarê rê û rêbazên dadgehê de red kirin. Şandeya dadgehê danişîn taloqî 30’ê Nîsanê kir.

Danişîna 30’ê Nîsanê, wê li Salona Hejmara 2’yemîn a Kampusa Girtîgeha Sîlîvrî bê dîtin.