Dadgehê dubare biryara berdanê ya Tîmtîk û Unsal red kir
Îtiraza ji bo redkirina daxwaza berdanê ya dadgehê ji bo Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de jî hate redkirin.
Îtiraza ji bo redkirina daxwaza berdanê ya dadgehê ji bo Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de jî hate redkirin.
Tevî rapora ‘nikarin li girtîgehê bimînin’ a ATK’ê ya ji bo parêzer Ebrû Tîmîk û Aytaç Unsal ên ji bo darezandineke adil di gireva biçîbûnê de ne jî, 37’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê daxwaza berdanê ya parêzeran red kir.
Parêzer li dijî biryara redkirinê, pêr serlêdana îtirazê li 38’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dabûn. 38’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara redkirina daxwaza berdanê da.