Dadgeha Tirkan tecawizkarekî din jî berda

B.K. ê ku tecawizî zarokeke 16 salî kiribû, ligel ku nexweşxaneyê rapor da jî hate berdan.

Zilamê bi navê B.K. di 18’ê Çileya 2020’an de li Antalyayê tecawîzî zaroka 16 salî N.D. kiribû. N.D. derbarê B.K. de gilî kiribû û B.K. bi sûcdariya “Îstîsmara zayendî ya li dijî zarok” û “Kes ji mafê wê yê azadiyê girtin” hatibû girtin. 3’yemîn danişîna doza B.K. li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê pêk hat.

Zaroka 16 salî N.D., parêzerên wê, parêzerên bersûc û hin şahid beşdarî danişînê bûn. Bersûc B.K. ji ber pirsgirêkên di SEGBÎS’ê de rû dan, beşdarî danişînê nebû. Şahid hatin guhdarkirin û parêzerê bersûc sûcê li ser muwekîlê xwe red kir û beraeta wî daxwaz kir. Parêzerên N.D. a mexdûr jî, di parastinê kirin ku dan zanîn ku sûcê bersûc bi raporê jî hatiye eşkerekirin.

Dûre dozger xwest ku girtina bersûc dewam bike. Lê şandeya dadgehê bi îdîaya “delîlên kêm” derbarê bersûc de biryara berdanê da û danişîn taloq kir.

Parêzera N.D. Ayşîm Kontaş, bertek nîşanî biryara berdana bersûc da û wiha got: “Biryar ne hiqûqî ye. Di dosyayê de delîlên nehatine komkirin hene. Dibe ku bersûc delîlan ji holê rake. Ji ber vê jî divê bi girtî bê darizandin. Ez fêm nakim ku çawan dibe xanima dadger biryarek wisan bide. Bûyera tecawîzê eşkere ye. Berdana bersûc ne hiqûqî ye.”