Dadgeha Tirkan: DAÎŞ’ê li dijî mirovayetiyê sûc nekiriye!

Dadgeha Tirkan red kir ku endamên DAÎŞ’ê yên ku êrîşî mîtînga HDP’ê ya li Amedê kirine, ji ‘sûcê li dijî mirovayetiyê’ werin darizandin.

Rûniştina 13’emîn a doza êrîşa li dijî mîtînga HDP’ê ya Amedê ya di 5’ê Hezîrana 2015’an de, li Dadgeha Cezayê Giran a 2’emîn a Sîncana Enqereyê hate kirin. Bersûcê girtî Orhan Gonder jî li eywana dadgehê amade bû. Bersûcên din ên bi navê Mûstafa Kilinç û Îsmaîl Korkmaz jî bi rêya SEGBÎS’ê beşdar bûn. Bersûcê ku ne girtî ye Bûrhan Gok jî bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû.

Lîsa Çalan a ku di êrîşê de herdu lingên wê hatibû jêkirin, birîndarên Qetlîama Gara Enqereyê ya di 10’ê Cotmehê de, nûnerên baroya Amedê, parlementerên HDP’ê Kemal Pekoz û Selçûk Mizrakli jî doz şopandin.

‘BI AWAYEKÎ ORGANÎZE ÊRÎŞ KIRIN’

Parêzerê mexdûran Ozgur Erol di rûniştina dozê de diyar kir ku divê bersûc bi ‘sûcê li dijî mirovayetiyê’ werin darizandin. Parêzer Erol got ku, “Di vê bûyerê de faîl mîlîtanên DAÎŞ’ê ne û ev kom êrîşên girseyî dikin. Orhan Gonder di serî de hemû bersûc bi awayekî organîze êrîş kirine. Vê êrîşa li dijî mîtînga HDP’ê dûmahîka êrîşên DAÎŞ’ê yên li Kobaniyê ne. Di vê êrîşê de Kurd û girseya HDP’ê bûne hedef. Ji ber vê jî divê bersûc bi sûcê li dijî mirovayetiyê werin darizandin. Êrîşên li Sirûç û Enqereyê jî li ser heman bingehê ne. Di van çalakiyan de kesên sivîl bûne hedef. Ev êrîş li dijî mirovayetiyê hatiye kirin.”

HEYETA DADGEHÊ: LI DIJÎ MIROVAYETIYÊ NE SÛC E!

Heyeta dadgehê biryar da ku bersûc divê di çarçoveya ‘sûcê li dijî mirovayetiyê’ neyên darizandin û daxwaza parêzerê mexdûran red kir.

Rûniştin taloqî 4’ê Îlonê hate kirin.