Dadgeha Makeqanûnê ji bo Ocalan ji wezaretê nêrîn xwest
Dadgeha Makeqanûnê ji bo Ocalan ji wezaretê nêrîn xwest
Dadgeha Makeqanûnê ji bo Ocalan ji wezaretê nêrîn xwest
Dadgeha Mekeqanûnê di mijara serlêdana kesane ya ku bi hevkariya parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin de biryara pirsînkirina nêrîna Wezareta Dadê da.
Dadgeha Makeqanûnê serlêdana kesane ya bi hinceta binpêkirina mafên ya ji ber sedema desteserkirina pirtûka bi navê ‘Manîfestoya Şoreşê ya Kurdistanê, Çareseriya Netewa Demokratîk û Pirsgirêka Kurd’ (Parastina Kurdan ku li ber qirkirinê ne) ya Ocalan, nirxand.
Di serlêdanê de piştî temamkirina kêmasiyan, heta Dadgeha Makeqanûnê dosya nrixand û der barê mijarê de biryar da ku der barê mijarê de ji Wezareta Dadê nivîs bê nivîsandin.
Wezareta dadê ger hewce bibîne, dê nêrîna xwe bi awayekî nivîskî ji Dadgehê re ragihîne. Wezaret der barê serlêdanê de nêrîna xwe dê di nava mehekê de bide. Lê di rewşa daxwazê de ev dem dê ji alî dadgehê ve mehek din jî bê dirêjkirin.
Ger ku di dema ku wezaretê diyar kiriye de bersiv neyê, dadgeha Makeqanûnê li gorî agahî û belgeyên di dosyayê dê bersivê bide.
Heyeta Dadgehê piştî ragîhandina nêrîna Wezareta Dadê, destpêkê dê di alî serlêna Ocalan qebûl bike û piştre jî dê lêkolîn bike.