Dadgeha Enqereyê xwe gihand hawara Agar

Dadgeha Enqereyê xwe gihand hawara Agar

11’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê îtîraza girtina Mehmed Agar ya piştî cejnê nirxand û biryara înfazê rawestand.

Dadgeriya Înfazê ya Mûglayê îtîraza biryara ku Mehmed Agar “Bişînin Saziya Înfaza Ceza ya Girtî” kir û 11’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê jî ev îtîraz nirxand û biryara “rawestandina înfazê” da.

Di derbarê Agar de biryara “Serbest berdan di bin kontrolê de” hatibû girtin, 13’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê jî piştî ku îdianameya têkildarî kuştina Midûrê Nifûsê yê Altundagê Mecît Baskin qebûlkir, biryar hatibû rakirin.

Di îdianameyê ji bo Agar cezayê girtîgehê yê muebeta heta heta dihate xwestin.

Ji ber vê îdianameyê hate rojevê ku dê Agar bikeve girtîgehê. Lê belê ev biryara nû di asta rizgarkirina Agar de ye.