Dadgeha Destûra Bingehîn mafê Yuksekdag binpê kir

Dadgeha Destûra Bingehîn qeydkirina hevdîtina bi parêzeran a Yuksekdag wekî binpêkirina mafan qebûl nekir.

Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ya dîlgirtî bi qasî sê mehan li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê hevdîtina wê ya bi parêzeran hatibû qeydkirin, gardiyan jî tevlî hevdîtinê bûbû. Derbarê vê binpêkirina mafan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hatibû xistin.

Dadgehê diyar kir ku ‘mafê serbestî û ewlekariyê yê kes’ nehatiye binpêkirin û di warê ‘mafê darizandina adilane ‘ de jî rêyên serîlêdanê hê neqediyaye.

Dadgeha Destûra Bingehîn îddîa kir ku Yuksekdag ji ber sûcên têkildarî PKK’ê hatiye girtin û got “Lêpirsîna sûcên terorê saziyên rayedar bi dijwariyan re rû bi rû dihêle.”