Dadgeha Bilind navê HEDEP'ê red kir
Dadgeha Bilind navê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) qebûl nekir.
Dadgeha Bilind navê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) qebûl nekir.
Partiya Paşeroja Çep û Keskan (Partiya Çepên Kesk) navê xwe kir Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP). Lê belê Dadgeha Bilind ev yek qebûl nekir. Dadgeha Bilind bi hinceta ku navê HEDEP'ê dişibe Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) xwest ku navê kurt ê partiyê bê guhertin.
HEDEP ji bo mijara guhertina kurtasiya nav an jî rabûna li ber biryara Dadgeha Bilind wê bi hiqûqnasan re hevdîtinê bike û biryarê bide.
Berdevka HEDEP'ê Ayşegul Dogan wê li ser mijarê sibe daxuyaniyekê bide.