DAÎŞ'ê gef li hilbijartinên Iraqê xwar

Çeteyên DAÎŞ'ê gef li hilbijartinên Iraqê xwarin û gotin, ku wê êrîşê bibin ser navendên hilbijartinê û dengdêran.

Berdevkê DAÎŞ'ê Ebû Hesen El Mûhacirîn, roja Yekşemê bi rêya Telegramê qeyda deng a ji 48 xulekan weşand. Di qeyda deng de El Mûhacirîn gefê li hilbijartinên Iraqê dixwe ku wê 12'ê Gulanê bên kirin û dibêje, "Bila sunnî xwe ji navendên hilbijartinê vegirin. Navendên hilbijartinan û yên tê de wê bibin armanca me."

Di rojnameya DAÎŞ'ê ya heftane de ku bi navê Al Naba tê weşandin roja 20'ê Nîsanê jî gefeke bi vî rengî hatibû xwarin. Di rojnameya Al Naba de hatibû diyarkirin ku çi namzet, çi rayedar, çi jî hilbijêr, her kesê di hilbijartinê de cih bigire wê weke dijmin bên dîtin.

Di peyamê de êrîşa DYA, Fransa û Îngilîstanê ya li Sûriyeyê hate bibîrxistin û tevî ku DYA hate rexnekirin ji milîtanên DAÎŞ'ê hate xwestin ku bala xwe bidin ser Rûsya û Îranê. Di peyamê de hate gotin, "Di cîhadê de em di qonaxeke diyarker de ne."

Ji Îlona 2017'an dema rizgarkirina Reqayê ji hêla hêzên QSD/YPG'ê û vir ve lîderên DAÎŞ'ê cara yekê ye ku peyameke bi vî rengî berfireh diweşînin.

LI 300 ÇETEYÊN DAÎŞ'Ê CEZAYÊ DARVEKIRINÊ HATE BIRÎN

Çeteyên DAÎŞ'ê yên li Mûsil, Enbar, Tel Afer, Hewîce û li qadên din di operasyonan de hatin girtin, li dadgehên Bexda û Mûsilê hatin darizandin. Ji van kesên hatin darizandin li 300 çeteyên DAÎŞ'ê cezayê darvekirinê hate birîn. Tê gotin ku di nav kesên hatin darizandin de gelek kesên bi eslê xwe biyanî hene. Rayedarên Iraqê destnîşan dikin ku di dadgeha Bexdayê de 97 kesên bi eslê xwe biyanî ne cezayê darvekirinê girtine, 185 kesan jî cezayê hetahetayê girtine.

DI NAV WAN DE GELEK TIRK JÎ HENE

Tê gotin, di nava van kesên ceza li wan hatine birîn de jin jî hene û hejmareke zêde ya jinên bi eslê xwe biyanî ne, welatiyên Tirk an jî welatiyên Sowyeta kevn e.

Di dadgeha Mûsilê de jî 212 DAÎŞ'î bi cezayê darvekirinê hatin cezakirin. Li 341 çeteyên DAÎŞ'ê jî cezayê heta hetayê hate birîn. 

Berdevkê Dadgeha Destûra Bingehîn a Iraqê Ebdulsettar Bayrakdar got "Di danişînan de hatiye peyitandin ku van kesan sûç kirine."

Hikûmeta Iraqê piştî ku îlan kir ku şerê li dijî DAÎŞ'ê qezenç kiriye, ragihand ku ji bo kesên bi endametiya DAÎŞ'ê tên sûcdarkirin wê pêvajoya darizandinê destpê bike. Darizandina komî li dadgehên Bexda û Mûsilê dest pê kiribûn.