DÎK: Di olê de tecrîd tune, divê were rakirin

Endamên Kongreya Îslama Demokratîk diyar kirin ku kesên tecrîdê dikin û li hemberî grevên birçîbûnê bêdeng in, li gorî pîvanên olê tevnagerin.

Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo balkişandina ser grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger li avahiya DÎAYDER’ê ya li Şîrînevlerê civîneke çapemeniyê li dar xist. Gelek endamên DÎK’ê tevlî daxuyaniyê bûn.

‘DI ŞEXSÊ OCALAN DE KURD Û ROJHILATA NAVÎN DI TECRÎDÊ DE NE’

Endamê DÎK’ê Ekrem Baran diyar kir ku bi hezaran kes di greva birçîbûnê de ne û got ku “Tecrîd sûcekî mirovayetiyê ye. Tecrîda li ser Ocalan tê wateya tecrîda li ser gelê Rojhilata Navîn. Divê tecrîd were rakirin. Divê em guh bidin çalakgerên greva birçîbûnê. Divê jiyana mirovan were parastin.”

‘DI QURANÊ DE EV TUNE’

Endamê DÎK’ê Mehmet Şîmşek jî ji Quranê mînak da û got ku “Di Quranê de mafê dewlemend, hejar û padîşahan wekî hev e. Mafê tu kesî ji yê din ne kêm an jî zêde ye. Ji bo grevên birçîbûnê û rakirina tecrîdê em berê xwe bidin vê derê. Divê vê zilmê li ser mirovan rakin.”

Endamê DÎK’ê Mehmet Emîn Aslan jî got ku “Li cihê ku hiqûq diqede û mirov muxatap nayên girtin, çalakgerên greva birçîbûnê ev refleks nîşan dane. Divê em ji rayedaran bipirsin ên ku bûne sedem mirov têkevin greva birçîbûnê, gelo çima hûn ne li gorî normên hiqûqê lê li gorî normên xwe tevdigerin? Hiqûqa rojekê ji îbadeta hezar salan baştir e. Yên ku bêhiqûqiyê dikin, îbadeta xwe ya salekê pûç dikin.”