DÎB: Li dijî desthilatdariyê divê em hêza civakî mezin bikin

DÎB'ê diyar kir ku di sala 2002'î de êrişên desthilatdariya AKP-MHP'ê zêde bûne û işaret bi girîngiya mezintkirina hêza civakî kir.

Yekîtiya ji bo Demokrasiyê (DÎB) ji bo sala nû peyamek weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku sermayeyê di dema şewbê de bi hêrs û daxwaza qezenç û mezinbûnê, gelek qadên jiyana talan kiriye.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku desthilatdarî jî şewb ji bo tepisandina muxalefeta civakî bi kar aniye; ji qirkirina siyasî heta tundî û zextên li ser saziyan, dest bi pêvajoyekê kiriye.

DÎB'ê nerazîbûn nîşanî betalkirina wekîltiya parlamenterên HDP'ê da.

DÎB'ê destnîşan kir ku li gel zext û êrişan jî têkoşîn dewam dike û divê hêza civakî bê mezinkirin.