DÎB'ê li dijî nijadperestiyê banga yekbûnê kir

Yekîtiya ji bo Demokrasiyê (DÎB) ragihand ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bingehê ji êrişên nijadperestî yên li dijî Kurdan amade dike û li dijî nijadperestiyê banga yekbûnê li hêzên demokrasiyê kir.

Yekîtiya ji bo Demokrasiyê (DÎB), bi daxuyaniyeke nivîskî li ber êrişên nijadperestî rabû ku dema dawî zêde bûne.

DÎB'ê êrişên nijadperestî yên li Sakarya û Afyonê yên li dijî karkerên Kurd û êrişa nijadperestî ya li Samsûnê li dijî karkerê Sûriyeyî pêk hatibûn, bi bîr xist û êriş weke xelekek ji pêla qirkirinê nirxand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rejîma AKP-MHP'ê bi daxuyanî û gefan bingehê ji êrişên nijadperestiyê amade dike û bang li hêzên demokrasiyê hemûyan hate kirin ku li dijî êrişên nijadperestiyê bibin yek.