Girtiyê nexweş: Rojeke ku em ceza nestînin nîn e!

Naîf Îşçî ku di Girtîgeha T ya Exlatê de girtî ye û nexweş e, li dijî zextên her ku diçe zêde dibin, banga hestewariyê kir û got: “Rojeke ku hevalên me ceza nestînin, nîn e.“

Girtiyê nexweş Naîf Îşçî ku bi telefonê bi malbata xwe re axivî, behsa pêkanînên nemirovî ku di girtîgehê de rû bi rû dibin, kir.

Naîf diyar kir ku êrîşên rêveberiya girtîgehê yên li dijî girtiyên siyasî roj bi roj zêde dibin. Îşçî da xuyakirin ku bi guherîna midûrê rêveberiya girtîgehê, zext yekcar zêde bûne û wiha axivî: “Hem midûrê girtîgehê, hem jî gardiyan ji me re qet nebaş in. Pirê caran bêyî sedem me ceza dikin. Dixwazin ku em neyên berdan. Pirtûkên me, nadin me, odeyên me naguherînin. Hevalên me yên nexweş derman nakin, nabin nexweşxaneyê. Ji roja ku midûrê girtîgehê guheriye, rojeke ku hevalên me ceza nestînin, nîn e. Rojnameyan jî nadin me.“

Girtiyê nexweş Îşçî, her wiha got: “Em dixwazin parêzer û parlamenter li ser vê mijarê bisekinin. Rewşa li vir, ne baş e. Heke wiha dewam bike, wê yek ji me jî neyê berdan. Zext û êrîşan li me dikin.“