Çuruk: Pêwîst e malbatên 108 şehîdan serî li MEYA-DER’ê bidin

Malbata şervana YPJ’ê Mehîla Çuruk a bi nasnav Stêrk Serhed ku 11’ê Mijdarê li Holê ya girêdayî bajarê Hesekê ya Rojava jiyana xwe ji dest da, ji bo cenaze bînin Bakurê Kurdistanê ketin nav hewldanan.

Malbata şervana YPJ’ê Mehîla Çuruk a bi nasnav Stêrk Serhed ku 11’ê Mijdarê li Holê ya girêdayî bajarê Hesekê ya Rojava jiyana xwe ji dest da, ji bo cenaze bînin Bakurê Kurdistanê ketin nav hewldanan. Kurapê Çuruk, Îsmaîl Çuruk wiha axivî: “Li gor agahiyên gihiştine ber destên me divê 108 cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin. Pêwîst e malbat bi serlêdana MEYA-DER’ê cenazeyan derbasî Bakurê Kurdistanê bikin.”

Xizmên şervana YPJ’ê Mehîla Çuruk a bi nasnav Stêrk Serhed, ji bo cenaze ji Rojava derbasî Bakurê Kurdistanê bibe bi wesîleya MEYA-DER’ê ketin nav hewldanan. Li ser navê malbatê kurapê Çuruk, Îsmaîl Çuruk ji ANF’ê re axivî û ev bang kir: “Ji bo cenaze derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, pêwîst e malbatên 108 şehîdan bi serlêdana MEYA-DER’ê bikevin nav hewldanan.”

Ji bo cenazeyê Stêrk Serhat, MEYA-DER’ê serî li qeymeqamtiyê da û li benda bersivê ye.