Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevditina hefteyî ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serlêdana parêzeran dîsa bi hinceta rexşa hewayê hat qedexekirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dinç ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevditina heftane ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dîsa Îdareya Girtîgeha Îmraliyê û Dozgerê Komarê yê Bûrsayê bersîva neyînî dan û bi hinceta rewşa hewayê xerabe ye destûr nedan parêzeran. Li aliyê din heyeta CPT'î jî ji bo lêkolîn bikin çûn Îmralî û dest bi lêkolînan kirin.
Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an de 540 rojin nikarin biçin Îmraliyê. Parêzeran heta niha 150 caran serlêdan kirin û her tim bi hinceta "Keştî xerabe ye" "Hewa nebaş e."Belgeya keştiyê tune" hate redkirin.
Heri dawi di 14'ê Çile de birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn.