Çûkûrova ji bo Newrozê amade ye: Wê li 5 bajaran bê pîrozkirin

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Edene, Mersîn, Osmaniye, Hatay û Antalyayê wê di 19-20'ê Adarê de werin lidarxistin.

Gelê li Çûkûrovayê wê bi şiyara "Bi berxwedanê re em ê bi ser bikevin" Newrozê li Edene, Mersîn, Osmaniye, Hatay û Antalyayê pîroz bike. Komîteyên amadekar ên Newrozê yên bi pêşengiya HDP, HDK, KJA û DEM-GENÇ'ê hatin avakirin, ji bo pîrozbahiyên Newrozê serî li walîtiyan dan. Hat ragihandin, ku walîtiyan hînê bersiva serlêdanan nedane.

Komîteyên Amadekar ên Newrozê dan xuyakirin, ku AKP desthilatdariya şer e û li dijî komkujiyan bang li gel kir ku dakeve qadên Newrozê.

BERNAMEYA PÎROZBAHIYÊN LI ÇÛKÛROVAYÊ

Bernameya pîrozbahiyên Newrozê yên li bajarên Çûkûrovayê bi vî rengî ye:

Mersîn: 19'ê Adarê li Meydana Tirmil a navçeya Akdenîzê

Hatay: 19'ê Adarê li qada vala ya li taxa Yildirimtepe ya ser bi navçeya Skenderûnê

Antalya: 19'ê Adarê li qada vala ya li kêleya Tesîsên Sporê yên Tûrgût Ozal ên Lîseya Karatay a li navçeya Kepezê

Edene: 20'ê Adarê li Qada Ûgûr Mûmcû

Osmaniye: 20'ê Adarê li qada vala ya li Bûlwara Devlet Bahçelî