CPJ'ê xwest nûçegihanê ANF'ê Rêbaz Hesen tavilê bê berdan

Komîteya Parastina Mafên Rojnamevanan (CPJ) ji rayedarên rêveberiya Başûrê Kurdistanê xwest, ku nûçegihanê ANF'ê Rêbaz Hesen tavilê berde.

Nûçegihanê ANF'ê Rêbaz Hesen, roja 25'ê Nîsanê li bajarê Silêmaniyeyê di dema şopandina xwepêşandana şermezarkirinê ya li dijî êrişên dagirkeriyê de ji aliyê Asayîşa Silêmaniyeyê ve hatibû destgîrkirin û ji hingî ve agahî jê nayê girtin.

Komîteya Parastina Mafên Rojnamevanan (CPT) li ser destgîrkirina nûçegihan Rêbaz Hesen daxuyaniyek da û ji berpirsyarên rêveberiay Silêmaniyeyê xwest, ku tavilê Rêbaz Hesen berde.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rêbaz Hesen xwestiye çalakiya li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bişopîne, lê ji aliyê asayîşê ve hatiye destgîrkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li gorî raporên ajansa hîn jî sedema destgîrkirina wî û cihê lê tê hiştin nehatiye eşkerekirin. Li gel wî herî kêm 25 kesên din hatine destgîrkirin ku nêta wan hebû li dijî êrişên dewleta Tirk xwepêşandanê bikin."

Nûnerê CPJ yê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur Ignacio Miguel Delgado got: "Rayedarên Kurd li bakurê Iraqê îdîa dikin ku li herêmê ji çapemeniya azad re rêz tê girtin, lê ev girtin berevajî vê yekê diyar dike. Em bang li rayedarên herêmî dikin ku tavilê Rebaz Hesen serbest berdin û bihêlin ku rojnamevan û dezgehên ragihandinê karê xwe bi azadî û bê tirsa tolhildanê bikin."

Di daxuyaniyê de tê ragihandin ku destgîrkirina Rêbaz Hesen di xwepêşandana li dijî pêla nû ya operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê pêk hatiye.

CPJ'ê ragihand ku li gorî tomarkirina rojnamevanên navxweyî di dema şopandina xwepêşandanan de gelek caran rojnamevan tên destgîrkirin û girtin.

CPJ'ê eşkere kir ku têkildarî destgîrkirina Rêbaz Hesen peywendî bi Mekteba Ragihandina Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) re çêkirine, lê hîn bersiv nedane.

Di dawiya daxuyaniyê de CPJ'ê bal kişandiye li ser cezakirina rojnamevan û çalakvanên Behdînan û tê gotin ku di meha Sibatê de Dadgeha Ceza ya Hewlêrê 6 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Şêrwan Emîn Şêrwanî û Guhdar Zêbarî bi tawana têkdana aramiya Herêma Kurdistanê biriye.