Covîd-19: Li Tirkiyeyê hejmara miriyan bû 30
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirk Fahrettîn Koca diyar kir ku di 24 saetên dawîn de 9 kesên din ji ber koronavîrusê mirine.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirk Fahrettîn Koca diyar kir ku di 24 saetên dawîn de 9 kesên din ji ber koronavîrusê mirine.
Fahrettîn Koca li ser twîtterê daxuyanî da û got ku “Îro 9 kes mirine û 289 nexweşên din hatine tespîtkirin. Em li malê bimînin. Heta îro 20.345 test hatiye kirin.”
Rojek berê jî 21 kes miribûn û hejmara nexweşên nû jî 277 bû.
Li Tirkiyeyê di warê fermî de di 10’ê Adarê de nexweş hatibû îlankirin. Di 16’ê Adarê de hejmara nexweşan 18 bû û roj bi roj zêde bû.