Covîd-19: Hejmara qurbaniyên li Tirkiyeyê gihîşt 37 kesî
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirk Fahrettîn Koca got, di nava 24 saetên dawî de 7 kesên din ji ber vîrûsa koronayê mirine.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirk Fahrettîn Koca got, di nava 24 saetên dawî de 7 kesên din ji ber vîrûsa koronayê mirine.
Fahrettîn Koca bi rêya Twîtterê daxuyanî da û got, "Di nava 24 saetên dawî de testa 3.672 kesî bi encam bû. 293 kesên bi vîrûsê hatin tespîtkirin. Li gel hewldanên me jî 7 mirovên me ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan."
Koca got, "Em hişyariyê didin ciwanan: Hûn ne li derveyî şewbê ne. Jiyana xwe lawaz bikin. Nekevin nava atmosfera rîskê. Rîskî nebin mala xwe. Li mala xwe bimînin. Mal têra jiyanê dike."
Koca di peyama xwe de ya li ser Twîtterê hejmara giştî ya qurbaniyan û nexweşan eşkere nekir.
Bi daxuyaniya dawî re tê gotin ku hejmara qurbaniyên li Tirkiyeyê bû 37 kes, ya nexweşan jî gihîşt 1.549 kesî. Li Tirkiyeyê nexweşê destpêkê di 10'ê Adarê de hatibû eşkerekirin.