Colemêrgiyan silava Ocalan bi dirûşmayan pêşwazî kir
Colemêrgiyan silava Ocalan bi dirûşmayan pêşwazî kir
Colemêrgiyan silava Ocalan bi dirûşmayan pêşwazî kir
Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan silavê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Colemêrgiyan re ragihand. Buldan diyar kir ku wan paketeke ku ji 20 maddeyan pêk tê pêşkêşî hukûmetê kirine û lazim e ku hukûmet heta 1'ê îlonê wan maddeyan bixe pratîkê û wiha got: "Piştî wê dê qonaxa sêyemîn destpê bike. Yên li Qendîlê divê ku bên û siyasetê bikin."
Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di hevdîtina xwe yê dawî de ji Heyeta BDP'ê xwestibû ku silavê wî yên taybet ji gelê Colemêrgê re ragihînin, bi Colemêrgiyan re hat cem hev. Buldan li Kolana Bulvarê ya li ber avahiya Şaredariya Colemêrgê piştî fitarê bi gel re hat cem hev. Ligel Buldan, parlamenterê BDP'ê ya Colemêrgê Adil Zozanî, endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê M. Siddik Akiş, Hevserokên BDP'ê yên Colemêrgê Rahmî Kurt û Esmer Tekîn, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedirhanoglu jî derketin pêşberî gel. Di çalakiya ku piştî fitarê hat lidarxistin de destpêkê slayteke ku cih dida fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê çaraseriya pirsgirêka Kurd de hat pêşandan.
Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê BDP'ê ya Colemêrgê Rahmî Kurt ve hat kirin. Kurt di axaftina xwe de spasiyên xwe pêşkêşî Colemêrgiyan kir û wiha bang li Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan kir: "Heke hûn piştgirî bidin çeteyên ku êrîşî gelê Rojava bikin, em ê jî ji Colemêrgê 10 hezar kes biçin Serêkaniya binxetê. Çêkirina qereqol û bendavan xizmeta çareseriyê nakin. Dev ji van pêkanînên xwe berdin."
'HERÎ BAŞ COLEMÊRGIYAN JI MIN FÊM KIRIYE'
Piştre Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan derket pêşberî gel. Buldan diyar kir ku di hevdîtina xwe ya dawî ya ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiribûn de Ocalan ji wan xwestibû "Silavên min ên taybet ji Colemêrgiyan re ragihînin" ew hatiye Colemêrgê. Buldan anî ziman ku Ocalan ji wan re gotiye ku "Di pêvajoya aştî û çareseriyê de herî baş Colemêrgiyan ji min fêm kiriye." Sedema vê jî ew e ku di şer û pevçûnên ku bi salane rû didin de herî zêde Colemêrgiyan êş û azar kişandine.
'KURDÊN LI ROJAVA GIHIŞTIN STATUYA XWE'
Buldan bilêv kir ku lazim e ji bo aştiyê têkoşîn were pêşxistin û wiha axivî: "Ji bo aştiyê lazim e ku em dengê xwe bi AKP'ê bidin bihîstin. Nabe ku em li mala xwe rûnên û li benda aştiyê bimînin. Ji ber ku wê AKP aştiyê di sêniya zêr de pêşkêşî me neke. Dîsa gelê Kurd tê înkarkirin. Ne tenê li Tirkiyeyê li Rojava jî Kurd tên qetilkirin. Zilm li Kurdan tê kirin. Divê AKP vê yekê baş zanibe. Heke aştî pêş bikeve ev bi lidervehiştina Kurdên Rojava ne mimkun e. Kurdên li Rojava gihİştin statuya xwe. Tirkiye çawa nêzî Kurdên li Tirkiyeyê dibe bi heman rengî nêzî Kurdên Rojava dibe. Lê em ji Tirkiyeyê re dibêjin derbasbûyî be. Kurd statuya xwe bi dest xistin. Statuya ku li Sûriyeyê hat bidestxistin dê di demeke nêzîk de bi têkoşîna gel li Tirkiyeyê jî were bidestxistin."
'DIVÊ KU PAKET HETA 1'Ê ÎLONÊ BIKEVE MERIYETÊ'
Buldan destnîşan kir ku heta Ocalan negihîje azadiya xwe dê aştî pêk neyê û axaftina xwe wiha domand: "Tenduristî û ewlehiya Birêz Ocalan tenduristî û ewlehiya gelê Kurd e. Em li pişt Birêz Ocalan in. Me wekî BDP'ê daxwazên xwe bi paketeke ku ji 20 maddeyan pêk dihat pêşkêşî hukûmetê kir. Divê paket heta 1'ê Îlonê bikeve meriyetê. Pêşketina qonaxa duyemîn wê bi vê yekê pêk were. Divê heta nîvê meha Cotmehê ev yek were temamkirin. Piştre dê qonaxa sêyemîn dest pê bike. Divê heval û rêhevalên me yên li Qendîlê werin Tirkiyeyê. Birêz Karayilan, Birêz Bayik, Birêz Ok, Birêz Ronahî Serhed, Birêz Silbus Perî, ev mirov li serê çiyayan in, zarokên Colemêrgê li serê çiyayan in. Divê ev mirov di qonaxa sêyemîn de werin û siyasetê bikin. Bidawîbûna şerê 40 salan, bêdengbûna çekan û axaftina fikran tê vê wateyê. Yan na tu wateya pêvajoyeke bi vî rengî namîne."
'DIVÊ OCALAN BI HER KESÎ RE HEVDÎTINÊ PÊK BÎNE'
Buldan bal kişand ser ku ji bo ku ev pêvajo bimeşe lazim e ku şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin sererastkirin, siyasetmedarên kurd ên girtî werin berdan û axaftian xwe wiha domand: "Aktorê vê pêvajoya ku çek hatine bêdengkirin birêz Ocalan e, bes yek du parlamenterên BDP'ê dikarin pê re hevdîtinê bikin. Ji bo ku ev pêvajo bi rêk û pêk bimeşe lazim e Birêz Ocalan bi parêzerên xwe re, bi rojnamegeran re, bi komîsyona aqilmendan re , bi endamên komîsyona aştî û çareseriyê ya li meclîsê hat avakirin re hevdîtinan pêk bîne. Divê siyasetmedarên Kurd ên girtî ne, wek gaveke niyeta baş werin berdan."
Axaftina Buldan gelek caran bi dirûşma "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" hat birîn. Buldan herî dawî spasiya xwe pêşkêşî Colemêrgiyan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez ê silavên we li Îmraliyê ji Birêz Ocalan re ragihînim. Ji niha ve Cejna Remezanê li we pîroz be." Piştî axaftinan girse bi dirûşmayan belav bû.