Çolak jî wek Ozel ‘Kîmyasal e’
Çolak jî wek Ozel ‘Kîmyasal e’
Çolak jî wek Ozel ‘Kîmyasal e’
Di 1-3’ê Tebaxê de di bin serokatiya serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan de Şuraya bilind a Leşkerî civiya û kesên serê artêşa tirk yên 2013-2014’an diyar bûn. Yek ji kesên di nava rayeya bilind de cih digirin Fermandarê EDOK Salîh Zekî Çolak bû. Çolak ji bo Serokê duyemîn Fermandariya Giştî hat tayîn kirin, bi Necdet Ozel yê ku wek Necdetê Kîmyewî dihat nasîn re di sala 1999’an de di operasyona Bilikan de ku 19 gerîlayên ARGK’ê bi kîmyasalê qetil kirin re bû.
Di 10’ê Gulana 1999’an de li Çiyayê Cudî li herêma Bilika operasyonek nû ji aliyê artêşa tirk ve tê destpêkirin.
Di roja duyemîn a operasyonê de li Girê Kela Kor yekineyeke gerîlayan tê tespîtkirin. Çarçoveya operasyonê tê berfirehkirin.
Tuggeneralek li Serokatiya Daîreya Ewlehiya Hundir ya Hêzên Bejayî tê cihê operasyonê. Ev kes ji Fermandarê Giştî yê sala 2011’an Necdet Ozel wêdetir kes nîn bû.
Yê ku operasyon koordîne kir û Ozel jê re gotibû ‘Ez te pîroz dikim Zekî Paşa’ Salîh Zekî Çolak yê di civîna YAŞ’ê de ji bo serokê duyemîn yê Fermandariya Giştî ya hat tayîn kirin bû.
Di operasyonê de Zekeriya Ozturk yê ji Ergenekonê girtî jî wek serpel di operasyonê de cih digire.
Bi helîkopteran Girê Kele Kor bombebaran kirin. Kobrayan tenê ji bo sotemeniyê bigirin navber dan. Ji bo encam ji operasyonê bê girtin leşker tên takviyekirin, di operasyonê de çekên giran tên bikaranîn.
Operasyona di bin koordîneya Ozel û Çolak de pêk hat 3 rojan berdewam kir û encam negirtin. Li ser vê yekê talîmata bikaranîna çekên kîmyewî bi şîfreyê di telsizê de tê dayîn.
-Li wir amade ye… hun dikarin bişînin… hun dikarin li wir nesekinin.
-Ger we hemû amade kir, ez dê bêjin hunê li ku derê deynin. Heta ku mumkun be beriya êvarê hunê amade bikin, wisa dê baştir be.
- Di nava saetekê de bi avêtina topan re dê sed-sed û pênce metre nêzî şikeftê bibin. Lê tişta pêwist bikin, temam..
Pêkanîna pêwist ya ku digotin, bikaranîna çekan bû. Di navar ojê de dengê bombeyan her cihê hildiweşîne. Piştî vê jî bêdengiyeke ku mirovahiyê dide şermê…
Leşker bi xwe dibêjin ku rojek piştre diçin cenazeyên gerîlayan digirin û hêjî bandora çekên kîmyewî hene. Vegotinên leşkeran wihane: Em bi zor pêşde diçin. Ligel kum e rojek navber dayê jî bandora wê didome. Leşkerê me niha bi jehrîbûnê re rû bi rûne.
Orgeneral Salîh Zekî Çolak ku îro ji bo serokê duyemîn yê Fermandariya Giştî hat tayînkirin, û di wî sûcê şer de cih girt, îro di çapemeniyê de fermandarê herî serkeftî tê dîtin.