Claudia Roth:Ji bo bêdengkirina çekan divê hikûmet jî gavê bavêje
Claudia Roth:Ji bo bêdengkirina çekan divê hikûmet jî gavê bavêje
Claudia Roth:Ji bo bêdengkirina çekan divê hikûmet jî gavê bavêje
Parlamentera Partiya Keskan a Almanyayê Claudîa Roth û heyeta ligel wî çûn navçeya Cizîrê ya Şirnexê û çûn serdana malbata Solîna ku bi nexweşiya pençeşêrê ketiye û dayika wê di girtîgehê de hat berdan. Roth agirbesta hatiye îlankirin nirxand û got: “Ez banga Ocalan wek pêngavekî dibînim. Ji bo pêşveçûna Demokrasiyê divê aliyê din jî gavan biavêje.”
Parlamentera Alman Claudîa Roth û heyeta alman ya li gel wê piştî serdana Kurdistana Federal çûn Cizîra Şirnexê. Heyeta ku baroya Şirnexê ziyaret kir piştre çû serdana Solîna ku bi nexweşiya xwe hat rojevê û dayika wê Hanim Onur.
Roth got ev bi salane bi hêviya aştiyê tê herêmê û bi parêzvanên mafê mirovan, jinan, parêzer û girtiyan re hevdîtinan dike û got: “Ez wek dostek a kurd û tirkan dibêjim dê rojekî, aştî bê. hêviya me ev e ku ev pêvajo bi aştiyê encam bibe.
Roth diyar kir ku êşên gelek mezin hatine kişandin û got tiştên ku divê her du alî jî bikin hene û hêviya me eve ku hewldan bê dayîn. Her wiha got kur ola jina jî divê pêvajoyê de dê hebe.
Roth wiha pê de çû: “Em wek almanan ji bo pêvajoya aştiyê amade ne. hêviya me eve ku Tirkiye bi îstîkrar be û divê makeqanûneke nû ya demokratîk a bi îstîkrar ava bibe.
Roth anî ziman ku ew daxwaza Ocalan a vekişînê û bêndengkirina çekan erênî dibîne û got: “Ez bi salane dibêjin aştî ancax bi bêdengkirina çekan pêkane. Ger çek bê deng nebin aştî ne pêkan e. Bi rastî banga Ocalan pêngavek girîng e. Lê hewcedarî bi pêngavêndin jî hene. Divê aliyê din jî pêngav bavêje. Em bi hêvî li bende vê ne. û em dê hêviya xwe wenda nekin.”