Cizîrî li gel dorpêça dewletê jî li dora Newrozê kom bûn

Li navçeya Şirnexê Cizîrê li gel dorpêça dewleta Tirk jî bi hezaran kes ber qada Newrozê ve herikîn.

Gelê Cizîrê ku dewleta Tirk teror li dijî gel kirî û bi sedan mirov bi saxî şewitandî, li gel dorpêça dewletê jî gel li dewletê nehisand û bi hezaran kes ber bi qada Newrozê ve herikîn.

Li qada Newrozê ya taxa Konakê pankartên ''Bi mîsogerî em ê bi ser bikevin'', ''Bila Leyla bijî tecrîd rabe'' hatin daleqandin.

Derdora qadê ji hêla dehan wesayitên zirxî yên polîs û leşkerên Tirk hate pêçan. Li bajêr ku bi rengekî fiilî rêveberiyaya jidiyayî heye li gel dorpêçê jî gel ber bi qada Newrozê ve diherike.

Li têketa qada Newrozê ji ber sedema zext û astengiyên hêzên çekdar ên Tirk gelek caran rageşî çêdibin. Hate gotin bi kêmanî 2 kes hatin destgîrkirin.

Jin bi lîlandinên xwe dorpêça dewletê dişkînin, zarok jî bi kincên xwe yên gelêrî bûne sedema dîmenên rengîn. 

Li gel astengiyan jî li qadê Newroz bi coşî tê pîrozkirin.