Ciwanên Xîzanî di nav lepê narkotîkê de ne
Ciwanên Xîzanî di nav lepê narkotîkê de ne
Ciwanên Xîzanî di nav lepê narkotîkê de ne
Li navçeya Bêdlis Xîzanê û gundên derdora wê, derket holê çeteyan ciwanên 15-20 salî hînî narkotîkê kirine. Î.Ç diyar kir ku birayê wî C.Ç yê 18 salî, mirovekî gelekî biaqil, xebatkar û eleqedarê siyasetê bû, lê ji nişka ve ketiye nava lepê narkotîkê. Î.Ç ragihand ku ev 3 sal in rewşa ciwanên li Xîzan û gundên derdorê ji ber narkotîkê gelekî nebaş e bang li BDP'ê kir ku van ciwanan rizgar bikin.
Î.Ç da xuyakirin ku beriya 3 salan rewşa birayê wî C.Ç gelekî baş bû, diçû dibistana amadeyî ya Xîzanê û guhertina ji nişka ve li gel birayê wî çê bû weha anî ziman; "Bi carekê ve, gava diçû pola yekemîn ji dibistanê hat avêtin. Dûre dem bi dem hat guhertin. Gava dihat malê çavên wî sor bû û mîna serxweşan bû. Hêdî hêdî 3-4 rojan carekê dihat malê. Zarokekî ewçend biaqil, bi carekê ket vê rewşê. Ne tenê ew, li gundê Horozdere û gundên din ên derdorê jî gelek ciwan ketine rewşa wî. Ew ciwanên bedew, bi carekê irf û adetên xwe ji bîr kirin, ji çanda xwe dûr ketin û veguherîn mirovên serxweş."
OPERASYONA DÛRXISTINA JI SIYAETÊ!
Î.Ç da xuyakirin ku bi taybetî li derketina dibistanan û li hin nuqteyên diyar ên gundan, hejmara çete û ajanan zêde bûne û armanca van çeteyan dûrxistina ciwanan ji siyasetê ye û dixwazin mejiyê ciwanan bi narkotîkê pûç bikin.
Î.Ç ragihand ku ji bo rizgarkirina birayê wî, ew gelekî xebitîne û tirsin ku tiştek were serê birayê wî. Î.Ç got, "Car carna ez pê re diaxivim. Jê dipirsim ka narkotîkê kê firotiye wî. Lê birayê min ewçend tirsandiye ku ji min re dibêje 'Ne peyive, nekeve vê mijarê tuyê malê li me xera bike" Ji xwe mala me xera bûye, hînê wê çi bibe."
Î.Ç bang li BDP'ê kir ku ciwanan ji vê qirêjiyê xelas bike û got, "Werin destê xwe dirêjî ciwanên me bikin. Wan ji vê çiravê xelas bikin."