Endamên SGD’ê di salvegera komkujiyê de ji bo parvekirina êşên malbatan dê li Roboskiyê bin. Endamên SGD’e yên Eskîşehîrê bigotina “Kenîn; ger gelek bikene, kenîne” û hemû ciwan 27’ê Kanûnê vexwendin Roboskiyê.
Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGD) ya Eskîşehîrê aşkera kir ku, ew dê di salvegera komkujiyê de li Roboskiyê bin.
Endamên SGD’ê yên li ber Xwarîngeha Zanîngeha Anadolûyê hatin cemhev pankartên “Ji Roboskiyê re edalet” vekirin.
Li vir Ezgî Ozer daxuyaniyek da û bibîrxist ku, salek beriya vê 34 gundiyên Kurd li Roboskiya Şirnexê ji aliyê balefirên artêşa Tirk ve hatin bombebarankirin û qetil kirin. Ozer got; “Jiyanên ku hatin qetilkirin û li gel wan dayîk û bavên ji bo wan digirîn û lorîkan dibêjin, ew dîmen hêjan ji zîhnê me de ye.”
Ozer destnîşan kir ku, komkujî piştî civîna MGK’ê pêkhat, ev yek ne tesadûfe.
Ozer diyarkir ku, ew dê komkujiya çêbûye ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin jî. Ozer aşkera kir ku, “Di salvegera komkujiya Roboskiyê de ji bo em êşên malbatan parve bikin em dê li Roboskiyê bin.” Her wiha ciwan vexwendin Roboskiyê.