Ciwanên li Londonê sansura li ser Facebookê protesto kirin
Endamên Ciwanên Azad li paytexta Îngilîstan Londonê, di çarçoveya kampanyaya “Stop War On Kurds” de polîtîkayên sansurê yên ku Facebook li ser Têkoşîna Azadiya Kurd bi kar tîne protesto kirin.
ANF
LONDON
în, 6 gulanê 2016, 18:27
Endamên Ciwanên Azad li paytexta Îngilîstan Londonê, di çarçoveya kampanyaya “Stop War On Kurds” de polîtîkayên sansurê yên ku Facebook li ser Têkoşîna Azadiya Kurd bi kar tîne protesto kirin. Starta kampanyaya “Stop War On Kurds” 6’ê Adarê li Londonê bi meşeke girseyî hatibû dayîn.
Ciwanan, ji ber wêneyên ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ji Facebookê hate rakirin, nerazîbûn nîşan dan. Ciwanên saet 14.00’an li ber avahiya navendî ya Facebookê ya li Londrayê kom bûn, çalakiya protestoyê li dar xistin. Ciwanên bi dirûşmeyan vê sansura Facebookê protesto kirin, wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, her wiha alên KCK, PKK û flamaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.
Di çalakiyê de pankarta, “Facebook, dest ji sansurkirina Kurdan berde!” hat vekirin. Ciwanên ku ji rengên kesk, sor û zerê meşaleyên bi dûman çêkirin rastî eleqeyek mezin hatin. Ji ber meşaleyan alarma şewatê ya avahiyê lêda. Ev jî bû sedem ku demekê avahiya Facebookê vala bimîne. Ji bo agahdarkirinê belavok hatin belavkirin. Domahiya çalakiyê de ciwanan etîketên ji bo boykotkirina Tûrizma Tirkiyeyê bi dîwaran zeliqandin.
Çalakî piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li ber avahiya Facebookê, bi dirûşmeyan bi dawî bû.