Ciwanên Kurd li Rûsyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd şermezar kirin

Ciwanên Kurd ên li navçeya Yerşovê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qetlîama li Parîsê ya li dijî sê şoreşgerên jin ên Kurd şermezar kirin.

Ciwanên Kurd ên li navçeya Yerşovê ya herêma Saratovê ya Rûsyayê li gundê Çîstî Plyosê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qetlîama li Parîsê ya li dijî sê şoreşgerên jin ên Kurd şermezar kirin.

Ciwanan di civîna xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku 8 sal ji ser kuştina şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez derbas bûye lê hê jî kujerên rastîn nehatine eşkerekirin.

Di civînê de endamên komîteya ciwanan a herêmê Hacî Yûsûbov û Ahmet Yûsûbov daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tecrîda ku dewleta Tirk a faşîst li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, dûrî mirovatiyê ye Ciwanan bal kişandin ser vî tiştî ku ew girtina nûnerên siyasî û çalakgerên gelê Kurd protesto dikin û li hemberî polîtîkaya înkar û îmhayê wê têkoşîna xwe bidomînin.