Ciwanên Kurd ên li bajarê Mannheima Almanyayê dijîn, kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin didomînin. Ciwanên Kurd ku heta îro bi hezaran îmze berhev kirine, li gel hewaya sar çalakiya xwe didomînin.
Roja, pênçşemê ciwanên Kurd careke din çalakiya xwe dan destpêkirin û saet di 15-18.00 de li navendên cûda yên bajêr stand vekirin. Roja pênçşemê li Gara Trenê ya Navendê û roja Înê jî dê li Paradeplatzê stand vebikin û îmze berhev bikin.
Ciwanên Kurd dê rojên duşem û sêşemê jî li Paradeplatzê stand vebikin.