Ciwanên Kurd li Koln û Parîsê ji bo Ocalan daketin qadan
Endamên Ciwanên Şoreşger li bajarê Koln ê Elmanyayê û li paytexta Fransa Parîsê daketin qadan û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Endamên Ciwanên Şoreşger li bajarê Koln ê Elmanyayê û li paytexta Fransa Parîsê daketin qadan û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Endamên Ciwanên Şoreşger li ber dêra domê ya li Kolnê li hev civiyan û ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Ocalan çalakiyek li dar xistin.
Ciwanan bi findan li ser erdê peyva 'Ocalan' nivîsîn û der barê armanca çalakiyê belavok belav kirin. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Azadî ji bo Serok Apo" qediya.
PARÎS
Tevgera Ciwanên Şoreşger li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê meşeke bi meşaleyan li dar xistin û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Bi dehan ciwan tevlî meşê bûn û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
Ciwanan di meşê de sirûda Çerxa Şoreşê xwendin û piştî daxuyanî dan çalakiya xwe qedandin.