Ciwanên Kurd li Bîelefeld û Viyanayê çalakî li dar xistin

Ciwanên Kurd li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê beşdarî çalakiya ji bo avhewayê bûn. Li Viyanayê jî bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê tûreke keştiyê ya heta Slovakyayê li dar xistin.

Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê, rêxistinên çep roja Şemiyê bi navê "Edalet ji bo avhewayê" li dijî krîzan meşek li dar xistin. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN ku tevgerên ciwanên Kurd in û beşek ji vê yekitiyê ne, beşdarî meşê bûn.

Ciwanan li dijî krîzan daxwaza cîhaneke adîl û parastina xwezayê kirin.

Nêzî 400 kes beşdarî meşê bûn û danê êvarê mîtîngek hate lidarxistin.

Çalakgeran li pêşiya avahiya partiya sosyal demokrat SPD lastîk şewitandin û polîtîkayên 'qirêj' ên desthilatdariyê yên li dijî penaberan şermezar kirin.

Piştre li ber avahiya partiya CDU ku partiya desthildariyê ye komir şewitandin û polîtîkayên desthilatdariyê şermezar kirin.

Tevgerên ciwanên Kurd di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Ji Bîelefeldê heta Rojava, parastina avhewayê tê wateya Antîfa" vekirin. Bi navê TCŞ'ê axaftin ahte kirin û hate ragihandin ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk sedema hilweşîna ekolojiyê ye.

Ciwanên Kurd bang li hikumeta Elman jî kirin ku piştgiriya aborî û çekan a dide Tirkiyeyê rawestîne.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Tevgera Jinan Avesta ku di bin sîwana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de ye, her wiha aktîvîst TCŞ û TÊKO-JIN ber bi paytexta Slovakya Bratîslavayê tûreke keştiyê li dar xistin.

Çalakî bi wesîlaya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê Şemiyê saet di 09:00 de dest pê kir û Kurdan tevî dostên xwe keştî bi rengê neteweyî yê Kurdistanê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xemilandin.

Di çalakiyê de daxwaza azadiya Ocalan û Kurdistanê hate kirin. Ciwan saet di 21:00 de vegeriyan Viyanayê û dawî li çalakiya xwe anîn.