BI DÎMEN

Ciwanên Kurd ji Mannheîm heta Strasbûrgê dimeşin

Meşa Dirêj a ciwanên Kurd ya ji Mannheîmê heta bi Strasbûrgê destpê kir.

Li bajarê Mannehîm yê Elmanyayê meşa dirêj a ciwanên Kurd a bi dirûşma 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû' ku wê heta bajarê Strasbûrg ê Fransa bimeşin dest pê kir.

Bi sedan ciwan li Navenda Gara Trenê a Mannheîmê hatîn cem hev. Piştî ku axaftinên xwe kirin dest bi meşa dirêj kirin.