Ciwanên Kurd ji Lavrîoyê ber bi Atînayê ve dimeşin
Ji bo şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanên Kurd ên li Yewnanistanê ji Lavrîoyê dest bi meşeke dirêj kirin û wê heta Atînayê bimeşin.
Ji bo şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanên Kurd ên li Yewnanistanê ji Lavrîoyê dest bi meşeke dirêj kirin û wê heta Atînayê bimeşin.
Meşa ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Navenda Çanda Kurdistanê dest pê kir wê sê rojan dewam bike.
Bi dehan ciwan bi dirûşma "Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê dem dema azadiyê ye" li bajarê Lavrîoyê li hev kom bûn û dest bi meşê kirin.
Bi sedan kesî jî piştgirî dan çalakiya ciwanan.
Ciwanan bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê û sirûdan dest bi meşê kirin û têkildarî komploya navneteweyî û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk belavok belav kirin.
Di çalakiyê de bi dirûşman komplo û tecrîd hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd hate kirin.
Roja destpêkê ya meşê wê li bajarokê Marco Polo bi dawî bibe. Ciwan plan dikin ku 10'ê Cotmehê bigihêjin Atînayê û wê li meya Akademîayê bi beşdariya girseya gel ber bi Konsolosxaneya Tirk ve bimeşin.