Ciwanên Kurd gihiştin Achernê
Meşa Dirêj a bi şîara ‘Azad Bike’ ku sibehê ji Rastattê destpê kir, di roja xwe ya 5’emîn de, piştî maşa 30 km gihiştin Achernê.
Meşa Dirêj a bi şîara ‘Azad Bike’ ku sibehê ji Rastattê destpê kir, di roja xwe ya 5’emîn de, piştî maşa 30 km gihiştin Achernê.
Cıwana tevî hewaya sar jî meşa xwe heta Achernê dewam kirin, li Achernê komekî faşîst ên Tirk hewldan ku êrîşî çalakgeran bikin.
Li Qada Markt a Achernê polîsên Elman koma faşîst dorpêç kirin, hewldana êrîşê astengkirin. Ciwanên Kurd bi dirûşmên mîna “Terorîst Tirkiye”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” û “Bijî Serok Apo” bersiv dan faşîstan. Ciwanan bi meş û coşekî mezin roja 5’emîn qedandin. Ciwan di saetên şevê de li malên Kurdistaniyan bûn mêvan
ARMANCA SIBEHÊ BAJARÊ KEHLE
Ciwan wê di saet 8:00’ê sibehê de li Qada Markt a Achernê kom bibin û wê starta beşa 6’emîn bidin. Armaca ciwanan a sibehê bajarê Kehle.