Ciwanên Kurd êrîşên dewleta Tirk li Rûsyayê şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Kurd a Rûsyayê li Adigeyê çalakiyek kirin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê, Tevgera Ciwanên Kurd a Rûsyayê çalakiyek kir û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û tevahiya Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Çalakî di çarçoveya pêngava "Serî hilde" de hate kirin û alên YPG/YPJ, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û ji bo Efrînê dirûşm hatin qîrîn.

Ciwanên ku li ber Navenda Çanda Kurd a Adigeyê li hev civiyan bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Ocalan û kiryarên dewleta Tirk ên li derveyî hiqûqê protesto kirin.

Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Kurd a Rûsyayê Silêman Wekîl li qada çalakiyê axivî û got, "Dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurd dike. Artêşa Tirk a faşîst ku bi ser neket, vê carê êrîş bir ser sivîlan. TC a ku li Bakurê Kurdistanê jin zarok; sivîl kuşt, niha jî li Efrînê êrîşî sivîlan dike. Dewleta Tirk bi serkêşiya dîktatoriya Erdogan di asta herî bilind de dijminatiyê li Kurdan dike. Divê gelê me li dijî van êrîşan bibe yek. Em ji tenduristî û ewlekariya Rêberê xwe bi fikar in. Tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê me sûc e."

Di dawiya çalakiyê de ciwanan dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Bijî Serok Apo" qîriyan.