Ciwanên Kurd ên li Rûsyayê: Ji bilî azadiya Rêberê xwe em tiştekî din qebûl nakin

Ciwanên Kurd ên li Rûsyayê bi daxuyaniyekê li ber tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn û destnîşan kirin ku ew ê bi xurtî tevlî pêngava KCK'ê bibin.

Ciwanan li gundê Krasnadarskî yê navçeya Novoaleksandrovsk a li bajarê Stravropol a Rûsyayê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Bi navê Tevgera Ciwanan Çerkez Axmedov daxuyanî da û diyar kir, ku ew tevlî pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' dibin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku dewleta Tirk a dagirker ji bo tunekirina gelê Kurd serî li her rê û rêbazê dide û hate gotin, armanca bingehîn a tecrîda 21 salan ew e ku gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd ji hev qut bike.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk bi tifaqa ku bi PDK'ê re kiriye dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike û hate gotin, "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Heftanînê bi berxwedana gerîlayên Kurdistanê hatine têkbirin."

Ciwanan destnîşan kirin ku bi navê ciwanên Kurd û ciwanên li Rûsyayê ew dibêjin, ji bilî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew tiştekî din qebûl nakin û li ser vê bingehê tevlî pêngava KCK'ê dibin.

Daxuyanî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.