Ciwanên Kurd ên li Berlînê ji bo Ocalan daketin qadan
Ciwanên Kurd ên li paytexta Elmanya Berlînê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.
Ciwanên Kurd ên li paytexta Elmanya Berlînê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.
Çalakî êvara Sêşemê li taxa Kreûzbergê li herêma Totbûsser Torê pêk hat.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li hev civiyan û fîşekên hewayî teqandin.
Ciwanan ji bo Ocalan û PKK'ê dirûşm qîriyan û diyar kirin ku wê tecrîdkirina Ocalan ti carî qebûl nekin.
Ciwanan gotin, çalakiyên wan wê bidomin û bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Berlînê kirin ku bala xwe li ser mijarê be.