Ciwanên Kurd ên diçin leşkeriya dewleta Tirk têne kuştin!

Mazlûm Ozlu yê ji Colemêrgê, dema ku li Wanê leşkeriya ji neçarî dikir jiyana xwe ji dest da. Dewleta Tirk îdîa kir ku Mazlûm "xwe kuştiye", lê malbata ku bi welatparêziya xwe tê naskirin dibêje, kurê wan hatiye kuştin.

Desthilatdariya nîjadperest a AKP-MHP'ê bi her awayî êrîşî Kurdan dike. Ciwanên Kurd ên ji neçarî leşkeriyê ji dewleta Tirk re dikin, bi navê 'xwekuştinê' dikuje.

Mazlûm Ozlu yê 24 salî yê ji Colemêrgê ku li Mersînê dima, hate îdîa kir ku li navçeya Erdîş a Wanê di dema leşkeriyê de xwe kuştiye. Malbata Ozlu ku bi welatparêziya xwe tê naskirin dibêje, ew bawer nakin ku kurê wan xwe kuştiye, lê hatiye kuştin.

Malbatê diyar kir ku xizmekî wan li Efrînê şehîd bû û kurê wan jî dema li ser vê yekê nîqaş dikir hatiye kuştin.

Malbata Ozlu nehişt ku ala Tirkan bi konê sersaxiyê ve bê daliqandin û destûr neda hatine protokola dewletê.