Ciwanên KDG komkujî şermezar kirin

Ciwanên KDG komkujî şermezar kirin

Meclîsa Ciwanan a Antakyayê ya KDG'ê, bi meşekê komkujiya li Reyhanli şermezar kir.

Meclîsa Ciwanan a Antakyayê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (KDG), bi armanca şermezarkirina komkujiya li navçeya Hatay Reyhanliyê, meşek lidar xist. Ciwanên KDG'yî li ber Fakulteya Zîreetê ya Zanîngeha Mûstafa Kemal hatin cem hev û bi pankarta bi nivîsa "Ji Roboskî heta Reyhanli em kujeran nas dikin, emê hesab jê bipirsin" heta Amfî meşiyan.

Hêzên ewlekariyê yên taybet xwestin pêşî li meşê bigirin û li ser vê yekê ji bo demek kin tengezarî derket. Dûre li ser biryardariya ciwanan meşê dewam kir. Li dû meşê Mîthat Can Turetken li ser navê ciwanan daxuyaniyek da û diyar kir, ku ji komkujiya Reyhanliyê hukûmeta AKP'ê berpirsyar e. Turetken destnîşan kir, ku polîtîkayên şer, ji bilî xwîn û komkujiyan tiştekî din bi xwe re nayne.

Turetken da xuyakirin ku, AKP di çarçoveya berjewendiyên xwe yên emperyalîst de li herêmê şer sor dike û anî ziman, ku ew weke ciwanên şoreşger û demokrat mîna dema berê wê ji niha û pê ve jî li dijî şer û dagirkeriyê têbikoşin.

Ciwanan di çalakiya xwe de dirûşmên "Kujer DYE, noker AKP", "Gelê Reyhanliyê ne bi tenê ye" û "Doh Roboskî îro Reyhanli, êdî bese" qêriyan.  Ciwanan her weha bang li herkesî kir, ku roja şemiyê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan a li Antakyayê bibin.