Ciwanên Başûr li Kelar û Silêmanî çalakî kirin
Tevgera Ciwanên Welatparêz li Kelar û Silêmanî pankartên ji ala PKK’ê ku li ser 'PKK gel e, gel li vir e' nivîsandî li gelek deveran daliqandin.
Tevgera Ciwanên Welatparêz li Kelar û Silêmanî pankartên ji ala PKK’ê ku li ser 'PKK gel e, gel li vir e' nivîsandî li gelek deveran daliqandin.
Li ser gotin û daxuyaniyên PDK’ê yên ku dibêjin; "PKK li Başûrê Kurdistanê mêhvan e, bila biçe Bakurê Kurdistanê şer bike" ciwanên Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên xwe bi çalakiyên cihê tîne ziman.
Endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz li Kelarê pankartên ji ala PKK'ê ku li ser "PKK gel e gel li vir e" nivîsandî bû li gelek piran daliqandin.
Li aliyê din ciwanan li Silêmanî di çarçoveya meşa dijî provakasyonên PDK'ê û dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê de sibe ber bi Çiyayê Gare bimeşin, belavok belavkirin û banga hestyarî û tevlîbûna meşê kirin.