Ciwanên Azad: Em li dijî provokasyonan hişyar bin

Koordînasyona Ciwanên Azad işaret bi mafdfariya çalakiyên li Ewropayê yên ji bo Efrînê kir û bang li gel û ciwanên Kurd ên li Ewropayê kir ku li dijî provokasyonên AKP û MÎT'ê hişyar bin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona Ciwanên Azad de hate bibîrxistin, ku ji bo xwedîderketina li berxwedana Efrînê wan ji bo çalakiyên demokratîk bang li ciwanan kiribûn û hate gotin, "Çalakiyên ku heta niha bi navê Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad hatin lidarxistin, li ser bingeheke demokratîk pêk hatin. Vê yekê bandoreke girîng li raya giştî ya Ewropayê kir û mafdariya berxwedana Efrînê raxist pêş çavan. Hemû çalakiyên Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad wê ji niha û pê ve jî di vê çarçoveyê de dewam bikin. Girîng e ciwanên Kurdistanê û ciwanên enternasyonalîst li ser vê bingehê ji bo xurtkirina desteka raya giştî ya Ewropayê çalakiyên xwe yên rewa-demokratîk bidomînin. Di vê mijarê de, der barê daxuyanî û bangên provokatîf ku çavkaniya wan nediyar e, divê bi taybetî hişyar bin."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Elman li ser bingeha polîtîkaya xwe ya hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re, polîtîkaya xwe ya ji bo krîmînalîzekirina têkoşîna azadiyê ya gelê me yê li Ewropayê şidandiye û hate gotin, "Em ê bi rêxistinbûna xwe û bi çalakiyên xwe yên meşrû bersivê bidin vê kampanya reşkirinê. Di vê mijarê de lazim e ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê bi rêbazeke dewlemend û afirîner ku desteka raya gitşî ya Ewropayê zêde bike, çalakiyan li dar bixin. Divê bibin pêşeng ji berxwedanê re."